'Em ê bi hev re birîna Xabûrê derman bikin û sala nû pîroz bikin'

  • 10:16 2 Nîsan 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên aşûrî û kurd ku duh tevlî şahiya Cejna Ekîto ya aşûriyan bûbûn nêrîn û hestên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Me bi hev re birîna Xabûrê derman kir, em ê bi hev re jiyaneke nû û bi rûmet bijîn û yekîtiya xwe misoger bikin."
 
Duh Aşûriyan li bajarê Til Temir û gundên wê sersala Aşûriyan ku bi navê Cejna Ekîto tê zanîn bi şahiyekê  pîroz kirin. Ev cejn bi taybet ji bo zarok û jinan gelek girîng e. Jinên ku di şahiyê de amade bûn nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Em birîna Xabûrê derman dikin û sala nû pîroz dikin'
 
Ramîna Niwîya ku bi kincên gelerî ê  aşûriyan tevlî şahiyê bûye sala nû li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û wiha berdewam kir:"Di 2015' an de wekî hemû pêkhateyên li Rojhilata Navîn aşûrî jî bi êrîşên DAÎŞ ê re rûbirû man û bi sedan ji jin, zarok, kal û pîrên aşûriyan revandin. Ev kesên ku ji qirkirina DAÎŞ'ê rizgar bûn niha bi gelê herêmê yên din re birîna Xabûrê derman dikin. Me pir dixwest ku aşûriyên li derveyî welat jî amade bin da ji bo ku kêfxweşiya me hîn bêtir bibe. Lê li gel ku tevli nebûn jî dîsa ez sala nû li wan pîroz dikim."
 
Bi hêviya 1Nîsanê bibe destpêka bûhereke azad li Sûriyê
 
Jina kurd a bi navê Ronaz Yûnis ku bi xwşkên xwe yên  aşûrî re sala nû pîroz kir wiha dibêje:"Gelê Kurd, Ereb û Aşûrî xwedî li hev derdikevin û bi hev re xemgîn û kêfxweşiya xwe parve dikin. Em sala nû Cejna Ekîto li tevahiya gelên Sûriyeyê pîroz dikin û bi hêviya ev sal bibe sala aştî, yekîtiya gelê Sûriyê û vegera aşûriyan  li welatê xwe."
 
Ji bo dîrok û nasname neyê windakirin  
 
Endama Hêzên Naturo Emel Kako ya ku tevlî pîorzbahiyê bû jî  kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Îro wekî her sal li welat û derveyî welat Cejna Ekîto tê pîroz kirin û hêvî dikim ku ev roj bibe wesîleya bi dawîbûna xemgînî û qirkirina gelan.  Me wekî aşûrî, kurd û ereban yekîtiya xwe avakiriye û em ê li hember dijmin û neyarên xwe têbikoşin û nasname û dîroka gelê xwe biparêzin."