Çalakiya Leyla Guven di roja 146'an de ye

  • 10:15 2 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 146'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 146'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.
 
Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 131'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 107'yê de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 73'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 76'yan de û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba ku daye destpêkirin di roja 80'an de berdewam dike.  Her wiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 106'yemîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. 
 
Li avahiya HDP'ê ya bajêr çalakiya grevê ya parlamenteran didome. Çalakiya ku parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag di 3'yê Adarê de da destpêkirin û ya Parlamenterên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku di 8'ê Adarê de dest pê kirin jî berdewam dike. 
 
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
 
Sedat Akin ê ku li Girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin  çalakiya xwe li malê di roja 84'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike di roja 77'an a greva birçîbûnê de ye. Îhsan Sînmîş 1'ê Adarê dest bi grevê kiribû û di 11'ê Adarê ji Girtigeha Sîlîvrê yê tehliye bû, li mala xwe ya Kuçukçekmeceya Stenbolê greva xwe didomîne. Ferdî Karabayê di 1'ê Adarê de dest bi greve kiribû jî di 22'ê Adarê Girtîgeha Tîpa F ya Bûcaya Kiriklarê tehliye bû û li mala xwe greva birçibûnê didomîne. 
   
Li Girtîgeha Şakranê, girtiya bi navê Yonca Akici, li dijî tecrîdê di 29'ê Adarê hewl daye dawî li jiyana xwe bîne û bi awayekî birîndarî rakirine nexweşxaneyê, lê di 1'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê girtiya bi navê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.