Cenazeyê Yonca Akici şandin Agiriyê
- 09:30 2 Nîsan 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê, girtiya bi navê Yonca Akici, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Hat diyarkirin ku Yonca di 29'ê Adarê hewl daye dawî li jiyana xwe bîne û bi awayekî birîndarî rakirine nexweşxaneyê, lê bduh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Piştî karên otopsiyê cenaze ber bi Agiriyê ve bi rê ket.
Li Girtîgeha Jina ya Şakranê, Yonca Akici ku 4 sal in girtîbû di 29'ê Adarê de hewl da li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe bîne. Akici ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bû bi giranî brîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê. Akici, duha danê nîvro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
‘Dê cenaze li Agiriyê bê veşartin'
Rayedarên nexweşxaneyê li malbatê geriyan û ragihandin ku Yonca jiyana xwe ji dest daye. Xizmên Yoncayê yên li Stenbol û Îzmîrê li nexweşxaneyê ne. Ap Sabahattîn Akici, diyar kir ku ew li dozgerê girtîgehê geriyaye û dozger jê re gotiye Yonca Akici piştî bi telefonê li bavê xwe Giyasettîn Akici yê di Girtîgeha Panosê de geriyaye, li tuwaletê xwe daliqandiye.
5 Kesan jiyana xwe ji dest dabû
Heta niha bi armanca tecridê şermezar bikin Medya Çınar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23), di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê çalakî pêk anîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Bajarê Krefeld ê Almanya jî di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar, bedena xwe dabû ber agir û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû.
.