Canan Gullu: Aborî, beka hat axaftin lê jin nehatin axaftin

  • 09:17 2 Nîsan 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Seroka TKDF’ê Canan Gullu da zanîn ku bi pergala hevserokatiyê ya HDP’ê daneyên hejmarê zêde ne lê partiyên din karneyên wan qelsin û wiha pê de çû: “Hilbijartin di alî jinan de nebaş bû lê bi giştî gel bi daxwaza demokrasiyê li dijî qeyûman derketin.”
 
Li gorî daneyên ne fermî li gorî hilbijartinên herêmê HDP’ê li 3 bajarên mezin, bi giştî 8 bajar û 46 navçeyan hilbijartin qezenç kir. HDP ya pergala hevserokatiyê wê li 54 bajar û navçeyî wê hevşaredarên jin wê bi rêve bibin. Bi HDP’ê re kêm be jî jin di siyasetê de hatin dîtin û partiyên din pêvajoya namzetiyê de cih neda jinan û di hilbijartinan jî hema hema jinên hatine hilbijartin tune ne. Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu encamên hilbijartinê nirxand.
 
‘Aborî, beka hat axaftin lê jin nehatin axaftin’
 
Cananê got pisgirêkên di namzetiyê de hatin jiyîn di hilbijartinan jî xwe daye der û got: “Me pêvajoyeke ku jin û pirsgirêkên jinan nehat axaftin jiya. Di dema propagandayan de aborî, beka hat axafitin lê kuştinên jinan û îstîsmara zarokan nehat axaftin.”
 
‘Gel li dijî qeyûm berteka xwe nîşan daye’
 
Cananê di berdewamiyê de destnîşan kir ku bi pergala hevserokatiyê ya HDP’ê re jinan di hilbijartinan de cih girtiy elê partiyên din karneyên wan gelek qelsin û wiha pê de çû: “Jin dikaribûn neçin ser sindoqan. Dikaribûn bi vê mijarê de bernameyek bikirana. Lê me wek TKDF’ê bang kir ku divê her kes ji bo demokrasiyê biçe ser sindoqê. Encam di alî jinan de wisa ye.”
 
‘Me pêvajoyek propagandayê ya qirêj jiya’
 
Cananê destnîşan kir ku li bajarê Şirnexa ku polîtîkayên xendekê pêk tê, dewlet hîna van polîtîkayan bi alîkariya peywirdarên cemawerî pêk tîne û ji ber piraniya hebûna cemawerî bandor li sindoqan jî bûye. Cananê da zanîn ku li Stenbol, Enqereyê welatiyan îradeya xwe daniye holê. Ajansa Anadolu û Lijneya Hilbijartinê ya bilind şeva hilbijartinê nêzî çend saetan encamên hilbijartinê daye sekinandin û hewl dan li ser encaman manîpulasyonê bikin. Divê îradeya ku Ajansa Anadolu daniye holê bê nîqaşkirin. Dvê em vê lêpirsîn bikin. Di vî alî de YSK hat bikaranÎn. Di rojên pêş de em ê nirxandineke berfireh bikin.”