Melda Onur ya CHP’î: Stratejiya HDP’ê ket jiyanê
- 09:15 2 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Parlamentera CHP’ê ya berê Melda Onur da zanîn ku di hilbijartinan de stratejiya HDP’ê bi awayekî şênber ketiye jiyanê wiha got: “Ji vir şûnde şaredartiya demokratîk sosyal wê ezmûnek girîng bide. Ev 4 sal pir girînge, divê avabûna piranî ya tê avakirin bigihêje 2023’an. Ev partî bi şaredariyan hat wê bi şaredariyan biçe.”
Li seranserê Tirkiyeyê hilbijartinên 31’ê Adarê bi dawî bûn. Li bajarên Kurdan û bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi stratejiya ket jiyanê li Stenbol, Enqere û gelek bajarên din AKP’ê winda kir. Parlamentera CHP’ê ya berê Melda Onur encamên hilbijartinê nirxand.
Meld got li Stenbolê jî Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye û wiha got: “Texmîna min wisa bû, min digot wê bi dest bixin, lê min digot wê ji sindoqan dernekeve. Min texmîn nedikir ku Ekrem xwedî li vî karî derkeve. Lê bi rastî jî karekî pir pir baş kir. Hilbijêr bê agahî nehişt, lîstik xera kir. Belav nebû, şopand, bi nezaket kir. Ev pir girîng bû. Windahiyên cidî yên AKP’ê hene. Ji axaftina serokomar diyar bû.”
‘Hilbijêrên HDP’ê xwedî hişmend bûn’
Meldayê her wiha destnîşan kir ku di alî tifaqa netewî de tifaqeq rast kirine û wiha pê de çû: “Bi piştgiriya partiyên din jî pêvajoy pir rast meşiya. Bi taybet stratejiya HDP’ê şênber bû. Hilbijêrên HDP’ê xwedî hişmend bûn.”
‘Wê şaredartiya demokrastîk ezmûnek girîng bide’
Meldayê bi lêv kir ku li bajarên kurd hilbijêr xwedî li sindoqan derketine û dîsa şaredariyên xwe bi dest xistine û ev tişt anî ziman: “Amed, Wan, Mêrdîn pir girîng bûn. Yek ji bajarê herî zêde hat nîqaşkirin Şirnex bû. Dihat gotin ku bingeha wê hatiye guhertin. Ji vir şûnde wê şaredartiya demokratîk sosyal ezmûnek girîng bide. Ev heta 4 salan pir girîng e. Divê ev bingeha piranî bi awayekî baş biçe 2023’an. Ger em feraseteke rêveberiyê ya demokratîk û laîk ava bikin em ê serkeftinê di 2023’an de jî bi dest bixin.
‘Planên wan hene lê tîma mêjiyê berê tune’
Meldayê daxuyakirin ku pêvajoya ji vir şûnde ji bo AKP’ê wê wisa ne hêsan be û daxuyakirin ku planên wan hene lê tîma mêjiyê wan yê berê tune. Meldayê her wiha destnîşan kir ku ‘pirsgirêka beka’ ya ku serokomar seranserê hilbijartinê aniye ziman, jî di sindoqan de bersiva xwe negirtiye.
‘Yên bi ser ketin ezmûnek zehmet li pêş wan e’
Meldayê bi lêv kir ku yên bi ser ketine ezmûnek zehmet li bendê wan e û got: “Krîza aborî tê. Vana niha ji duh êvar de riya valakirina kaseyan dîtine. Serokomar ji xwe got wê bide zorê. Tehdîdên di hewaya wek ‘qezenc bikin jî ezê tiştên hewce bikim’ kir. Li dijî van îradeyek cidî heye.”