Ji xizmên windayan banga tecrîdê: Dest ji dijhiqûqiyê berdin
- 09:09 2 Nîsan 2019
- Rojane
Gulîstan Azak
MÊRDÎN - Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan, diyar kirin ku hîna bersiva daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de nehatine cih û wiha got: “Gelo wê dewlet kengê dest ji dijhiqûqiyan berde? Daxwaza Leyla Guven û girtiyan bi qasî hiqûqiye, mafdar û rewaye jî.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 146’emîn de didome. Bi heman daxwazê li bajarê Hewlêrê endamê HDP’ê Nasir Yagiz di roja 133’emîn, li Straburgê çalakiya greva birçîbûnê ya 14 kesî û li Galerê jî ya Îmam Şîş di roja 107’an de, çalakiya endama Meclîsa Îştal ya li Mexdurê Fadîle Tok di roja 73’emîn, ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak di roja 77’an de ye, çalakiya Yusuf Îba yê li bajarê Toronto ya Kanadayê ket roja 80’emîn, çalakiya koma yekem a girtîgehan ku di 16’ê Kanûnê de destpê kirin jî di roja 108’emîn de ye. Her wiha çalakî ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.
Dayika Şîrîn Bayram yê li gundê Demîrcî yê Pasûra Amedê di 1’ê Mijdara 1996’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, Remziye Bayram û parêzvana mafê mirovan Melîke Alp, balkişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û got divê demildest bersiva daxwazan bê dayîn.
‘Em ê bibin şopdarê berxwedana bi rumet’
Melîke Alp destnîşan kir ku têkoşîna ku çalakger didin yek parçeyekê têkoşîna ku bi salane tê dayînê ye û wiha pê de çû: “Çalakî gelek girînge. Leyla Guven û kesên di çalakiyê de ji bo civakê ketin grevê. Berxwedana bi şexsê Leyla Guven de hat destpêkirin gelek girînge. Armanc ev e ku tecrîd bê rakirin. Ne zehmete ku ev daxwaz nikaribe bê cih.”
Melîkeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ew rêzdariyên xwe ji çalakgerên greva birçîbûnê re dişîne û ev tişt daxuyand: “Em ê şopdarê berxwedanê bin. Li Tirkiyeyê bi salane dijhiqûqî didomin. Windakirinên mezin, kuştinên kiryarnediyar, hovîtiyên li girtîgehan, gundê hatin şewitandin, li Sûr, Cizîr û bajarên din bûyerên hatin jiyîn mînakin. Li vî welatî bi sedan winda hene. Divê daxwaza malbatên windayan bê cihanîn.”
‘Nivîsa edeletê li dîwaran ma’
Remziye Bayram jî bi lêv kir ku sedema çalakiyên grevên birçîbûnê dijhiqûqiya ku dewletê ferz kiriye û got: “Edelet tenê di gotinan de maye. Li her derê welat nivîsên edeletê hene. Lê navê wezareta edeletê li dîwaran ma. Gelo wê dewlet zilma li ser Kurdan kengê bidawî bike. Wê kengê dest ji dihiqûqiyan berde. Ez bang li hikûmetê dikim ku gûh bidin dengê çalakiyê û divê demildest bersiva vê daxwazê bide.”