Jinên Mexmûrê: Em ê bi rihê berxwedana zindanan 4'ê Nîsanê pîroz bikin
- 09:05 2 Nîsan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Jinên Mexmûrê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:"Em ê biharê û Rojbûna Rêberê xwe bi hêvî û serfiraziyek mezin pêşwazî bikin."
Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku ew bi kelecanek mezin li hêviya 4'ê Nîsanê ne û wiha gotin:"Em ê roja hêvî û serfiraziyê 4'ê Nîsanê bi dilekî germ pêşwazî bikin."
'Divê em Rêberê xwe û Kurdistana xwe azad bikin'
Necîme Hêşe wiha got:"Di despêkê de ez roja 4’ê Nîsan’ê li Rêber Apo, şervanên serê çiya, girtiyên zindanan yên ku bedena xwe dayne ber mirinê û li gelê kurd pîroz dikim. Îsal salek cuda ye û di vê mehê de çi dayîk li ku derê dibin bila bibin em hemû destê xwe bidin hev û em li Rêberê xwe xwedî derbikevin û Rêberê xwe azad bikin. Banga min ji tevahî gelê Kurdistanê heye, kurd, ereb, tirk bila bên em destê xwe bidin hev û em vê tecrîdê bişkînin û li rêberê xwe xwedî derbikevin. Di şexsê Leyla Guven, Gulistan û tevayî hevalên çalakvan em dest bidin hev, em dayik, jin, pîr û ciwan, kî dibe bila bibe hemu bên em destê xwe daynin bin vî kevirî û tecrîdê bi dawî bikin. Pêwist e em Rêberê xwe azad bikin, Kurdistana xwe azad bikin û em hemû vegerin ser axa xwe, warê xwe û memleketê xwe. Êdî bes e! Em dibêjin aşitî em dibêjin wekhevî bila tevahî gel li çalakvanên zindanan xwedî derbikevin. Bijî Rêber Apo.”
'Em ê bi rihê berxwedana zindanan 4'ê Nîsanê pîroz bikin'
Her wiha dayika bi navê Taybet Wan ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hestên xwe wiha anî ziman: “Ez weke jinek ya Wargeha Mexmurê 4’ê Nîsanê li Rêberê Rêberan Rêber Apo pîroz dikim. Ji bo me rojek pir girîng e. Em hêvî dikin ev rojbûna bibe sedema azadiya Rêberê me. Em ê bi rihê berxwedana zindanan 4'ê Nîsanê pîroz biki. Em ê bi rihê berxwedana Zulkuf û Leyla tecrîdê bişkînin. Em dixwazin tevahî gel tevlî vê rojê bibin û bi coş pêşwazî bikin, ne tenê rojbuna Rêber Apo ye, rojbûna tevahî gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê û bi taybet rojbûna jinê ye. Her sal 4’ê Nîsanê bi coş em pêşwazî dikin lê belê îsal hîn bi coştir em ê pêşwazî bikin, pêwîst e bi ruhê hevalên bedena xwe dane ber mirinê em pêşwazî bikin, bi dilekî hîn germtir û girseyî tevlî bibin. Bijî Rêber Apo, bijî berxwedana girtiyên zindanan.”