Malbatên Şehîdan: Divê demildest tecrîd bi dawî bibe
- 09:03 2 Nîsan 2019
- Rojane
Husna Muhemed
ŞEHBA - Malbatên Şehîdan ên Efrînê derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir de gotin:"Divê rêxistinên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo heta dawiyê li berxwe bidin."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştigiriya çalakiyên grevên birçîbûnê didomin. Têkildarî mijarê de Malbatên Şehîdan ên Efrînê axivîn. Malbatan gotin:"Ji bo siberojek azad û bi ewle divê tecrîd bi dawî bibe."
'Çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin bi nirx e'
Keça Têkoşer Berxwedan, Emîne Bekir diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi nirx e û hêza wan ji bo têkoşînê zêdetir dike û wiha got: "Di pêşengtiya jina kurd Leyla Guven de ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Apo were şikenandin girtîgehên azadiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya azadî û rûmetê li tevahî cîhanê belav bûye. Hin çalakvan di zindanan de çalakiya fedayî kirin û gihaştin asta şehadetê. Em ê jî wekî Malbatên Şehîdan heta dawî berxwedana xwe bidomînin, soza xwe bi şehîdan re nû bikin, Rêber Apo azad bikin, û Efrînê rizgar bikin."
'Çalakiya greva birçîbûnê pîroz e'
Her wiha hevjîna Têkoşer Hekîm Efrîn Rûken Reşîd jî bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kir û got: "Em çalakiyên grevên birçîbûnê pîroz û binirx dibînin. Ev têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Cenazeyên çalakvanên di greva biçîbûnê de yên digihêjin asta şehadetê ji aliyê dewleta tirk ve nayê hiştin ku teslîmî malbatan bê kirin. Ji bo ev zilim bi dawî bibe divê hemû kurd deng bidin çalakvanan, bibin yekû li dijî faşîzmê têbikoşin."
'Divê demildest tecrîd bi dawî bibe'
Hevjîna berxwedêr Xelîl Fatimê Şêxo jî piştevaniya xwe ji çalakvanên greva birçîbûnê re nîşan da û çalakiya wan silav kir û wiha dom kir: "Dewleta tirk dixwaze çalakvanan bê îrade bihêle û gelê Kurd tune bike. Lê ew ê tu carî negihêje armanca xwe. Divê rêxistinên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo heta dawiyê li berxwe bidin.Ji bo siberojek azad û bi ewle divê tecrîd bi dawî bibe."