ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2019'AN
- 09:00 2 Nîsan 2019
- Rojev
*Malbatên Şehîdan ên Efrînê derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir de gotin:"Divê rêxistinên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo heta dawiyê li berxwe bidin." DÎMEN HEYE
*Jinên Mexmûrê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:"Em ê biharê û Rojbûna Rêberê xwe bi hêvî û serfiraziyek mezin pêşwazî bikin."DÎMEN HEYE
* Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan, diyar kirin ku hîna bersiva daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de nehatine cih û wiha got: “Gelo wê dewlet kengê dest ji dijhiqûqiyan berde? Daxwaza Leyla Guven û girtiyan bi qasî hiqûqiye, mafdar û rewaye jî.”
*Jinên bi hêviyên mezin li Pasaja Japon a Wanê dukan vekirin û bi salane dirûnvaniyê dikin, pê debara xwe dikin, niha ji ber bihabûna kumaşan hatine asta ku nikarin kirê û fatureyên xwe bidin. Jinên terzî yên qezenca wan tune, diyar kirin ku hatine asta ku dukanên xwe bigirin.
*Rojnameger Evîn Buldan ku bi gotina ‘Tu hêz nikare pêşî li pênûsa heqîqetê bigire’ mîrateya ji Gurbetellî girt û xebatên xwe meşand, du sal e ji nav me veqetyaye.
*Parlamentera CHP’ê ya berê Melda Onur da zanîn ku di hilbijartinan de stratejiya HDP’ê bi awayekî şênber ketiye jiyanê wiha got: “Ji vir şûnde şaredartiya demokratîk sosyal wê ezmûnek girîng bide. Ev 4 sal pir girînge, divê avabûna piranî ya tê avakirin bigihêje 2023’an. Ev partî bi şaredariyan hat wê bi şaredariyan biçe.”
*Seroka TKDF’ê Canan Gullu da zanîn ku bi pergala hevserokatiyê ya HDP’ê daneyên hejmarê zêde ne lê partiyên din karneyên wan qelsin û wiha pê de çû: “Hilbijartin di alî jinan de nebaş bû lê bi giştî gel bi daxwaza demokrasiyê li dijî qeyûman derketin.