Pervîn Buldan çû serdana Leyla Guven
- 17:11 1 Nîsan 2019
- Rojane
AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 145 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û wekîlên xwe yên di greva birçîbûnê de ziyaret kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 145 roj in li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ziyaret kir. Hevşaredarên Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik û rêveberên HDP’ê jî li gel Buldan di ziyaretê de cih girtin. Buldan piştî der barê rewşa tenduristiya Leyla Guven de agahî ji keça wê Sabîha Temîzkan wergirt. Pişt re Pervîn Buldan û yên pê re ji mala Leyla Guven veqetiyan.
Pervîn û yên pê re pişt re derbasî avahiya rêxistina HDP’ê ya Amedê bûn û Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç ên di greva birçîbûnê de ne jî ziyaret kir û li rewşa wan pirsî.