'Serkeftin bi saya hilbijêrên kurd pêk hat'
- 16:38 1 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL – Akademîsyen Ayşe Uysal û Fatmagul Berktay gotin ku li dijî bêdengiyê qerîneke pir mezin di hilbijartinên herêmî de derket holê û helwesta hilbijêrên kurd ji di hilbijartinê de girîng bû.
Di 31'ê Adarê hilbijartinê herêmî pek hat. AKP li Stenbol, Enqereyê windakir. Her wiha qayumên ku li herêmê hatibûn tayîn kirin ji winda kir. Akademîsyên û nivîskar bal kişand ser hilbijartinan û gotin ku hilbêjerên kurd rengê xwe nîşan da.
'Serkeftinek mezin derket holê'
Akademîsyên Ayşen Uysal destnîşan kir ku encamên hilbijartinê ji bo gelên li Tirkiyeyê dijîn girîng in. Ayşen wiha nêrînên xwe anî ziman; "AKP li Enqere û Stenbolê winda kir û ev tişt serkeftineke mezin e. Bi taybetî serkeftin bi saya hilbêjerên kurd pêk hat. Banga Selahattîn Demîrtaş ji bi bandor bû. Her wiha serkeftina li Edene, Mersîn û Antalyayê jî girîng e. Hilbijartin demek dirêj dê di rojeva me de be. Ji ber ku li dijî AKP'ê gelek deng derket û AKP nekarî diziyê bike."
'Li gel zext û zordariyê ji serkeftin pêk hat'
Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser encamên hilbijartinê ya herêmê û wiha got: "Li herêmê rewşek pir taybet heye. Cihê herî bi polîtîk e. Li herêmê li ser nifûsa heyî lîstok hatin kirin. Leşker û polîsan birin bajaran û bi cih kirin. Li gorî min hilbijêrên kurd li herêmê rol û mîsyona xwe lîst. Şirnex cihek taybet e û divê ser şîroveyekî bingehîn bê kirin. Çend bajarên wekî Amed û Wanê zext û zordarî hebûn jî dîsa ev bajar bi ser ket."
'Azmûnekî girîng hat dayîn'
Akademîsyen Fatmagul Berktay encamên hilbijartinê nirxand û diyar kir ku nîqaşên ku li ser pirsgirêka bekayê dihat kirin bê bandor bû. Fatmagul wiha dirêjî da nêrînên xwe: "Encamên hilbijartinê hêviyek da Tirkiyeyê. Her wiha hemû partî di wekheviya di navbera jin mêran de jî azmûnekî girîn da. Di hilbijartinan de partiyên din di mijara jinê de encamek ne baş derxistin holê. Lê HDP'ê bi xwe taybet e. Mekanîzmayekî partiyê heye û dê bibe nîşaneyek ji partiyên din re.