'Em ê bi têkoşîna jinê jiyaneke bi rûmet ji gelê xwe re ava bikin'

  • 15:54 1 Nîsan 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Di pîrozkirina sersala nû a  Aşûriyan Cejna Ekîto ku li Salona Dêra Meryem El-Ezra hat lidarxsitin de Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Umer aixvî. Emînayê bang li tevahî gelê Sûriyê kir û got: "Xwe ji pêvajoya nû re amade bikin."
 
Di şahiya pîrozkirina sersala Aşûriyan a Cejna Ekîto de şandeyek ji Rêveberiya Xweser ku Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demuqtaîk Emîna Umer jî di nav de bû tevli pîorzbahiyê bûn. Emîna Omer li ser navê Rêveberiya Xweser aixîv.
 
'Ekîto Mizgîniya jiyaneke nû ye'
 
Emîneyê sersala nû li kesên Aşûrî yên li welat û derveyî welat pîroz kir û wiha dom kir:"Sala nû (Ekîto) mizgîniya jiyaneke nû û nûjen dide gelê Sûriyeyê. Em rojên dîrokî ku bi salan e li bendê bûn dijîn. Têkbirina çeteyeke tarî mîna DAÎŞ ê ne hêsan  bû, lê bi têkoşîn û berxwedana şervanên azadiyê ku di her kêliyê de li ber xwe dan ku ji bo  nasname û dîroka gelên herêmê biparêzin, serkeftineke dîrokî bidest xisit."
 
'Têkoşîn pêwîst e'
 
Emîneyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû ku li benda wan e û wiha got:"Pêvajoyeke girîng bi têkoşîn û berxwedana li hember hêzên faşîst û tarî me derbas kir û em xwe ji pêvajoya nû re amade dikin. Divê em gel û koçberan perwerde bikin ji bo ji zihniyeta DAÎŞ'ê rizgar bibin û civakeke dûrî kuştin û qetîlkirinê ava bikin."
 
'Bi gefên xwe nerazîbûna xwe nîşan didin'
 
Emîneyê gefên dijmin li dijî gelê Sûriyê ku dixwe bi bîr xist û wiha got:"Gelek hêzên  mîna dewleta tirk û hin hêzên hundirîn têkbirina DAÎŞ'ê li gorî berjewedniyên xwe nedîtin û ji ber vê bi gefên ku li dijî gelê herêmê dixwin, nerazîbûn û acizbûna xwe nîşan didin."
 
'Divê fermî were qebûl kirin'
 
Emîneyê diyar kir ku divê gel yekîtiya xwe ava bikin û ji pêvajoya siyasî a nû re amade bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê bi rengekî fermî û bi awayekî siyasî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were qebûl kirin. Pêvajoyeke siyasî êdî dest pê dike. Em ê bi têkoşîn û îradeya jinê jiyaneke azad û bi rûmet ji gelê xwe re ava bikin."