Li Rojava serkeftina HDP'ê hat pîrozkirin

  • 15:52 1 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Serkeftina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li Rojava bi meş û şahiyan hat pîrozkirin. 
 
Serkeftina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li  Amûdê, Hesekê, Tirbespiyê û Dirbesiyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin û gel bi  dîlan û govendê serkefitn pîroz kir. 
 
Li Amûdê pîrozbahiya serkeftinê 
 
Şêniyên navçeya Amûdê ya gerêdayî Kontona Qamişloyê bi minasebeta serkeftina HDP'ê di hilbijartinan de daketin qadan û serkeftina HDP'ê pîroz kirin. Girse bi erebeyan daket qadan, sekeftina HDP pîroz kir û li Qada Jina Azad şahî veguherî mîtîngê. Di nava pîrozbahiyê de Hevserokê Meclîsa navçeya Amûdê serkeftina HDP di hilbijartinan de li tevahî Gelê Kurd pîroz kir.  Di dawiyê de gel pîrozbahî bi govendê berdewam kir.
 
Li Hesekê ji bo serkeftinê mêş hat li darxistin
 
Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Hesekê beşdar bûn, meş li gelek kolanên bajarê Hesekê ji Çerxerêya Sînalko heta taxa Nasira, Kelasê, Mesakin Mirşo taxa Miftî, Salihiyê û taxa El-Xişman re geriya. Meş li taxa Til Hecir bi dirûşm û stranên silavkirina HDP`ê rawestiya.
 
 Tirbesiyê serkeftina HDP'ê hat pîrozkirin
 
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê serkeftina HDP`ê di hilbijartinên şaredariyên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, pîroz kir. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya partiyê Mihemed Ebdilqadir Ebdilezîz hate xwendin. Di daxuyaniyê de serkeftina HDP`ê hate pîrozkirin û wiha got: "Ev serkeftin nûnertiya îradeya gelên azad dike û pêkanîna encamên baş li ser şoreşa azadiyê dike."  Der barê mijarê de, sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb û Suryanan li Eywana Roj serkeftin pîroz kirin û xelekên dîlanê girtin.
 
Li Dirbêsiyê ji bo HDP'ê şahî hat lidarxistin 
 
Şêniyên navçeya Dirbêspiyê jî bi serkeftina HDP`ê di hilbijatina herêmî li gelek bajar û bajarokan, bi konvoyekê gereke erebeyan li dar xist. Di meşê de, bi sedan şêniyên navçeyê, ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û di kolana sûkê û kolana sereke re meşiyan. Paşê li geraca navçeyê rawestiyan û li wir şahiyek li dar xistin û dîlan gerandin.