Aşûriyên Til Temir sersala nû ya Ekîto pîroz kirin
- 15:12 1 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi armanca pîrozkirina Sersala nû ya Aşûriyan a bi navê Ekîto şahiyek li Salona Kenîseyê ya bajarê Til Temirê hat lidarxistin.
Îro li seranserî cîhanê Aşûrî sersala xwe ya nû a bi navê Ekîto pîroz dikin. Aşûriyên bajarê Til Temir a Kantona Hesekê şahî bi tevlîbûna sazî û rêveberên civaka sivîl, her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hevseroka Meclisa Sûriya Demuqratîk Emîna Umer li salona Dêra Meryem El-Ezra hat lidarxistin. Bi tevlîbûna sazî û rêveberiyên civaka sivîl, her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî Hevseroka Meclisa Sûriya Demuqratîk Emîna Umer, beşdar bûn.
Şahî piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin, piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Partiya Aşûrî a Demokratîk Şemûn Kako, Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Umer û Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo axaftin kirin.
'Bi hev re 1'ê nisanê bikin roja yekitiya gelan'
Di axaftinên hatin kirin de bal hat kişandin ser meha Adarê û destpêka Nîsanê û wiha hat gotin:"Em roj û kêliyên dîrokî dijîn. Meha Adarê ku xemgînî û kêfxweşî bû, ji ber îxanet û qirkirinê bi bi berxwedan û têkoşîneke bê hempa hat hat bidawîkirin. Di meha Adarê de QSD'ê dawî li Çeteyên DAÎŞ ê anî. Werin em bi hev re roja 1'ê Nîsanê bikin roja yekîtî û hevgirtina gelan, çand û dîroka xwe biparêzin. Ji bo ku em karibin dawî li gefên dewletên herêm dagir kirine û cîhanê bînin."
Piştî axaftinan Koma Gelerî a Aşûrî û Koma Etwa ya zarokan bi gonvenda ku gerandin şahî geştir kirin.