30 girtî hatin sirgunkirin

  • 15:02 1 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê zêdetirî 30 girtiyên ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bûn, hatin sirgunkirin.
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Mêrdînê zêdetirî 30 girtiyên ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bûn, sirgunî girtîgehên cuda hatin kirin.  Di nava kesên hatine sirgunkirin de girtiyên ji doza Nisêbînê û Hevşaredarê Dêrika Çiyayê Mazî Abdulkerîm Erdem heye yê ku li cihê wî qeyûm hatibû tayinkirin.