Leşker û polîsên ku dengên xwe bi kar anîn ji Qilebanê veqetiyan

  • 13:29 1 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - AKP’ê bi qasî hejmara hilbijêran li ser navê ‘hilbijêriyê’ leşker û polîs şandibû Qilebanê. Leşker û polîs ji bajêr veqetiyan. 
 
Di 31’ê Adarê de ji bo hilbijartinê bi sedan leşker û polîs biribûn Qilebana Şirnexê.  Leşker û polîsan li dibistanan deng dabûn û îro di serê sibêhê de nêzî 100 wesayîtên zirxî yên Kîrpî ji bajêr derketin. Tê diyarkirin ku leşker û polîsan berê xwe dane baregehên derdora Balefirgeha Şerafettîn a li ser rêya Cizîr û Hezexê ye.