Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • 13:04 1 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê li aliyekê berf dibare, ji aliyekê jî baran. Li hinek cihan lehî rabû û gelek gund di bin avê de man. Ji derveyî ziyana madî ya ji ber lehiya çend rojan, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan e.
 
Duh li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû. Ev çend roj bûn baran dibarî, lê duh êvarî barenek bihêz li seranserî Rojhilatê Kurdistanê barî û heta niha jî berdewam e. Ji ber berdewamkirina baranê û lehiyê gelek ziyan bi mal û milkê xelkê bû. Her wiha heta niha 5 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.
 
Urmiye: Li parêzgeha Urmiyê li çend cihan berf barî û li piraniya bajaran hîn jî baran dibare. Ji ber pirbûna çend bendavan av berdan gola Urmiyê.
 
Sine: Li parêzgeha Sine jî bi heman awayî berf û baran dibare. Li hinek cihan lehî rabû. Bendavên Qişlqa, Gawşan, Gulbax, Wehdat û Siyazax tijî av bûne. Eger baran wiha berdewam bike ihtimala berdana avê heye ku dibe sedema lehiyê.
 
Kirmaşan: Li parêzgeha Kirmaşan gelek ziyan çêbûye. Li bajarên rojhilatê parêzgeha Kirmaşan berf dibare. Li bajarên din jî baran dibare û 30 gund li bajarê Riwanserê di dorpêça lehiyê de mane. Herwiha 7 gund hatine valakirin. Herwiha gelek rê rûxane.
 
Rûbarê Gammasyaw yê li rojhilatê Kirmaşan bilind bûye û desşta Çemçemal tijî av bûye. Piraniya taxên Kirmaşan ên li kenarê çemên Qaresu, Aşûran û Çem Beşîr tijî av bûne û av ketiye malan. Kenarê çemê Mêrk ya li desta Meydeşt tijî av bûye. Çend taxên bajarê Şabad ên li kenarê Ermenî û Rawen bin av bûne ku di rojên borî de fermana valakirina wan hatibû dayîn.
 
Rûbarê Elwan piraniya gundên li kenarên bajarên Serpêl Zehaw û Qesra Şîrîn bin av kiriye. Rêya di navbera Îlam û Kirmaşan li herêma Hemeîl ji ber hezazê hatiye girtin.
 
Îlam: Li parêzgeha Îlamê çemê Mahute Awdana bilind bûye. Ziyan gihandiye gelek gund û deverên derdorê. Li bajarê Sîrwanê ji ber lehiyê û bilindbûna çemê Keşkan gelek ziyan bi xelkê bûye. Li bajarê Bedir ji ber çêbûna lehiyê rê rûxan. Li bajarê Eywan bilindbûna çemê Gengîr gelek ziyan gihand destên derdorê. Bilindbûna ava rûbarê Seymer jî ziyan gihand gundên kenar.
 
Hemedan: Li parêzgeha Hemedan zêdetir berf bariye û niha bilindahiyên Mile Esedabad ku dikeve di navbera bajarên Esadebad û Hemedanê de berfê girtiye. Hatinûçûn nîne. Di nava bajarê Hemedanê kolan tijî av bûne. Barana berf û baranê hîn jî didome.
 
Loristan: Li parêzgeha Loristanê gelek ziyan çêbûye û heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Niha ji ber bilindbûna ava rûban çend gund li dorpêça avê de mane. Gelek gund hatine valakirin. Bi taybet li bajarê Meemulan û gundên derdora wê. Navenda Parêzgeha Loristanê ango bajarê Xurmawa tijî ave û karbidestên bajêr digerin, daxwaz dikin ku malên xwe vala bikin.