Li Mûşê 2 hezar û 500 dengê HDP'ê hatin betalkirin

  • 10:07 1 Nîsan 2019
  • Rojane
MÛŞ - Li Mûşê ku AKP-MHP bûn îtifaq li gorî Ajansa Anadoluyê bi ferqa 538 dengan AKP bi ser ket. Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik jî diyar kir ku 2 hezar û 500 dengê wan hatin betalkirin. HDP wê têkildarî vê yekê îro îtîraz bikin. 
 
Ajansa Anadolu bi lez û bez li Mûşê encam aşkere kir û diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP’ê bi ser ketiye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwe amade dike ku vê yekê îtîraz bike. Li gorî daneyên AA ji 192 sindoqan bi temamî (Ji sedî sed) vebûn. Ji 62 hezar û 279 hilbijêran 48 hezar û 311 hilbijêr çûn ser sindoqê. Dengên hatin hesibandin 45 hezar û 869 deng in. Li gorî vê yekê îtîfaqa AKP- MHP'ê 15 hezar û 919, HDP  jî 15 hezar û 381 deng stend. Li gorî encama AA, Îtîfaqa AKP-MHP'ê bi ferpa 538 dengan bi ser ket. Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik jî diyar kir ku 2 hezar û 500 dengê wan hatin betalkirin. HDP wê têkildarî vê yekê îro îtîraz bikin.