Ji 81 bajarî tenê 10 jinên şaredar
- 10:05 1 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Li gor encamên ne fermî li 10 bajaran tenê serokên şaredariyê yên jin hene.
Do 57 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan. Li gor encamên ne fermî ji 81 bajarî li 10 bajaran tenê serokên şaredariyê yên jin hene. Li Dîlokê namzeta AKP'ê Fatma Şahin, li Aydinê namzeta CHP'ê Ozlem Çerçioglu, li Wanê Namzeta HDP'ê Bedia Ozgokçe, Li Sêrtê Namzeta HDP'ê Helen Işik hatin hilbijartin. Lê Êlihê Songul Korkmaz, Li Mêrdînê Figen Altindag, Li Qersê Şevin Alaca, li Îdirê Eylem Çelik, li Colemêrgê Seher Kadiroglu û li Amedê Hulya Alokmen Uyanik bûn hevserok. Li gor van daneyan li 5 bajarên mezin jina wekî rêveberên herêmî hatin hilbijartin.