ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 1 Nîsan 2019
- Rojev
*Rojnameger-Wênesaz Zehra Dogan ku ji The Independest re axivî, wiha got: “Ez li pişt deriyên hesin bûm, lê azad bûm. Dewletê ez di alî fîzîkî de girtibim jî di alî zîhnî de tu car negirtiye.”
*Hevaşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku bi hilbijartinên 31’ê Adarê re zilm û eziyetê 2 sal û nîve li gel tê kirin bi dawî bûye û got: “Gelê me peywir dan ber me. Karê me yê ewil em bi destkeftiyên xwe, xwe pêş bixînin. Xwegîhandina zêdetir jinî, tê wateya xwedî raye, gotin û biryarê.”