HDP'ê heta niha 3 şaredariyên bajarên mezin di nav de 59 şaredarî bi dest xistin
- 01:26 1 Nîsan 2019
- Ramyarî
ENQERE - HDP'ê di hilbijartinên xwecihî ku hatin kirin de 3 şaredariyên bajarên mezin di nav de yên 7 bajar û 40 navçeyan bi dest xist.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li gorî encamên ne fermî hejmara şaredariyên ku bi dest xistin aşkera kir. HDP şaredariyên bajarên mezin ên wekî Amed, Mêrdîn û Wanê di nav de li Êlih, Sêrt, Kars û Colemêrgê bi ser ket û şaredariyên 40 navçe û 12 bajarokan jî bi dest xistin.
Li gorî agahiyên ku ji Navenda Giştî ya HDP'ê hatin girtin hat aşkerakirin ku li Mûş û Îdirê jî mudaxele li dengên wan hatiye kirin û ragihand ku li ser îtîraza wan wê aloziya dengan li Îdir û li Mûşê bê çareserkirin.