Li Êlihê HDP bi ser ket
- 23:10 31 Adar 2019
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê piştî ku HDP di hilbiajartinên herêm yên îro hatin kirin de bi ser ket bi serfan welatî li ber avahiya partiyê kom bûn û bi dirûşmên ku berz kir pîrozbahî pêk anî.
Li gorî encamên ne fermî ku hatin aşkerakirin şaredariya Êlihê bi dengên ji sedî 65.54 Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket û Songul Korkmaz û Mehmet demîr bûn hevşaredar. Piştî ku şardarî ji aliyê HDP'ê ve hat standin welatiyên ku li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr kom bûn dest bi pîrozbahiyê kirin. Li gel dorpêça polîsan gel qad terk nekir û dirûşmên "Bi bi berxwedanê em ê bi ser kevin" dorpêça polîsan şermezar kir.