Li Nisêbîn û li Qoserê gel dest bi pîrozbahiyê kir
- 22:47 31 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - HDP'ya ku li Nisêbîn û li Qoserê partiyên din derbas kir, gel ji bo serkeftina HDP'ê derket kolanan û pîrozbahî da destpêkirin.
Di encama hilbijartinên herêmî ku îro hatin kirin de DHP li navçeyên Mêrdînê; Nisêbîn, Stewrê, Qoser, Dêrikê û li Şemrexê partiyên din derbas kirin û bi dengên ku girtin bû partiya herî li pêş. Di encama vê serkeftinê de gel li Qoser û li Nisêbînê daket qdan û dest bi pîrozbahiyê kir.
Gelê ku li Nisêbînê li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bû dest bi pîrozbahiyê kir û li ber fîşekên hewayî govend gerand.
Navnîşanek din ku pîrozbahî lê hat kirin jî Qoser bû. Gel li Qoserê jî derket qadê û li gel fîşekên hewayî, bi konvoya wesayîtan pêşandan li dar xist. Pîrozbahiya ku herî zêde jin û ciwan tevli bûn berdewam dike.