Li Amdê gel çûyîna qeyûm pîroz dike

  • 22:00 31 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê ku li bendê ye HDP bi hejmareke zêde li pêş be her ku hejmara dengên HDP'ê zêde dibe coşa gel jî zêde dibe. 
 
Li tevvahiya Tirkiyeyeyê dengdayîna ji bo hilbijartina 31'ê Adarê bi dawî bû. Piştî dengdayînê sendoq hatin vekirin. Li Amedê ku li bendê ye HDP bi hejmareke zêde li pêş be her ku hejmara dengên HDP'ê zêde dibe coşa gel jî zêde dibe û gel li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bû.  Gelê ku kom bû dirûşmên "Amed ya me ye", "PKK Gel e gel li vir e" ,  "Bijî berxwedana Leyla Guven", "Cumalî wê biçe aramî wê were" û "Bijî berxwedana zindanan" berz  dike. 
 
Ji 7 salî heta 70 salî welatiyên ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn herikîn  cade û kolanan û çûna qeyûm pîroz dikin.