Qedexeya weşanê ya hilbijartinê rabû

  • 19:26 31 Adar 2019
  • Rojane
ENQERE - Qedexeya weşanê ya der barê encama hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji saet 19.15'an û şûnde rabû. 
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), der barê weşana encama hilbijartina rêveberiya herêmî de saet di 19.15'an û şûnde rakir. YSK’ê biryara qedexeya weşanê ya saet 21.00'an daxist 19.15'an. Piştî qedexe saet di 19.15'an re rabû, weşanê dest pê kir. 
 
Weşanen nêzî hikûmetê Yenî Şafak, A Haber, Hurriyet, CNN Turk, NTV, Sozcu, Haberturk û gelek weşanên înternetê encama hilbijartinê dan. YSK, der barê saziyên weşanê yên qedexe îhlal kirin de li RTUK'ê serlêdana sûc kir. Qedexe dê saet di 19.15'an bi dawî bû.