Heyeta Çavdêr: Demokrasî di bin piyan de ye divê hikûmet îstîfa bike
- 18:59 31 Adar 2019
- Rojane
AMED - Endama Partiya Çepgir û ya Meclisa Şaredariya Parîsê Delphîne Fenasse ku li navçeya Pîranê hilbijartin şopand diyar kir ku li herêmê ne tevgera hilbijartinê ya şer heye û wiha got: "Li Tirkiyeyê demokrasî têk çûye, welat ber bi aloziyeke mezin ve diçe. Tişta ku min dît min tirsand."
Li Tirkiyeyê nêzî 57 hezar hilbijêr ji bo ku rêveberiyên xwe yên herêmî hilbijêrin deng bi kar anîn. Endama Partiya Çepgir û ya Meclisa Şaredariya Parîsê Delphîne Fenasse ku li navçeya Pîranê hilbijartin şopand, ji ajansa me re nirxandin kir.
'Tayyîp Erdogan welat ber bi aloziyê ve dibe'
Delpahîne hilbijartinên 31'ê Adarê wekî 'şerma demokrasiyê nirxand' û got ku sedema vê şermê jî hikûmet e. Delpahîne anî ziman ku gotinên tifaqa AKP -MHP'ê yên li dijî muxalefetê bi bîr xistin û got ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe welat ber bi kaosê ve dibe.
'Di bedelê hewaya hilbijartinê de hewaya şer hebû'
Delpahîne bi taybetî jî bal kişand ser hewaya hilbijartinê ya li Pîrana Amedê û got ku ji hewaya hilbijartinê wêdetir hewaya şer hebû.
Delpahîne diyar kir ku nelirêtiyên tên kirin nîşaneya ku li Tirkiyeyê demokrasî têk çûye ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê demokrasî têk çûye. Li Pîrana ku ez ji bo şopandina hilbijartinê çûm ji hewaya hilbijartinê wêdetir ya şer hebû. Li her cihî şeşker hebûn. Rêveberên eslî yên tirkiyeyê gel e .Ger ku gel ji bo erka xwe ya li hemer demokrasiyê bi cih bîne nikaribe biçe dengê xwe jî bi kar bînê ew welat têk çûye û titşekî ku mirov bibêje jî nemaye."