Ji sindoqa Qeyûm HDP derket

  • 18:52 31 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Ji sindoqa Qeyûm û namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumali Atilla dengê HDP'ê bi ser ket.
 
Li Amedê ji sindoqa ku Qeyûmê Amedê Cumalî Atîlla dengê xwe lê bikar anî dengê HDP'ê zêde derket. Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kiribû. Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 2'ê Mijdara 2016’an de ji kar girtibûn û li şûna wan Qeyûm Cumali Atilla tayînî AKP'ê kiribû. Namzetê AKP’ê û Qeyûm Cumalî Atîlla li Amedê dengê xwe avet. Ji sindoqa hêjmar 2157'an a Dibistana Lîseya Anatolu ya Pîşeya Teknîkî ya Taxa Mevlana Halitê ku Qeyûm Atîlla deng lê bikar anî, ji HDP’ê re 145 û ji AKP’ê re 85 deng derket.