Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan li Qamişloyê semîner hat lidarxistin

  • 16:43 31 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi munasebeta 4'ê nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Desteya Jinê li Qamişloyê semînerek hat lidarxistin.
 
Îro Desteya Jinê bi munasebeta Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semînerek li dar xist. Semîner li hola Desteya Aborî ya Qamişloyê  bi tevlîbûna bi dehan jinên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xwerseriya Demokeratîk, rêxistinên jin hat lidarxistin.
 
Di semînerê de Cîgira Desteya Jinê Wela Axaa dest bi semînerê kir û bi xêr hatina kesên hazir kir. Paşê perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatinguhdar kirin. Her wiha Sineviziyon li ser jiyana Abdullah Ocalan hat temaşekirin.
 
Di berdewamiya semînerê de Berdevka Meclisa Jinên PYD'ê Sîlvana Elî axivî. Sîlvana got:" Bi saya fikir û têkoşîna Rêber Apo jinan xwe bi rêxistin kirin û hevgirtinek xurt ava kirin. Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahî gelê azadîxwaz e, bi taybet rojbûna jin û netewa demokratîk e."
 
Semîner bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.