Heyeta Ewropî li Hênê hatin binçavkirin

  • 14:51 31 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Polîsan endamên heyeta Îtalya Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo yên ji bo şopandina hilbijartinê hatin Navçeya Hêne ya Amedê, binçav kirin. 
 
Li ser daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek heyet ji Ewropa hatin Tirkiye û hilbijartin şopandin. Heyeta Ewropa ya ji Îtalya hatin Amedê li navçeya Hênê hatin binçavkirin. Polîsan endamên heyeta Îtalya Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo yên ji bo şopandina hilbijartinê hatin Navçeya Hêne ya Amedê, binçav kirin.  Endamên heyetê yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Hênê.