Gurbet Ektiren a ku di greva birçîbûnê de ye dengê xw bi kar anî!
- 14:23 31 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû di 8’ê Adarê de hatibû berdan û çalakiya xwe li mala xwe ya li Navçeya Dêrika Mêrdînê di roja 78’emîn de didomîne peyama hilbijartinê da. Gurbet ev tişt got: “Bila tu kes dev ji vîna xwe bernede. Her dengêk ji bo me gelek girînge. Bi dengekî gelek tişt tê guherandin. Em ê teqez bi ser kevin.”
Li navçeyên Mêrdînê di çarçoveya hilbijartinên heremî yên 31’ê Adarê de ji her derê agahiyên binpêkirina mafê bikaranîna dengan tên kirin. Di saetên serê sibehê de li gundê Dara yê navçeya Artukluyê ji ber niqaşa di navbera du keyayan de şer derket û du kes birîndar bûn.
Li Dibistana Şêxkir a navçeya Mehsertê di sindoqa hejmara 1031’an de namzedê keyatiyê Nadîr Bîngol, mudaxaleya fîzîkî li hilbijêrê HDP’ê Hîkmet Ozel kir. Namzedê keyatiyê Nadîr Bîngol, pusulaya Hîkmet Ozel a ku deng da ye HDP’ê çiran û serokê sindoqê denge Hîkmet Ozel wekî ku nehatiye bikaranîn qebûl kir. Hîkmet Ozel ji ber êrîşa nemzetê keya û nêzîkatiya serokê sindoqê serlêdana sûc kir.
Xwestin muşahidên HDP'ê ji dibistanê derxînin
Li Dêrîkê jî polîsan xwest ku muşahîdên HDP’ê ji dibistanê derbixin. Ji ber muşahîdên AKP û yên partiyên din derneketin yên HDP'ê jî derneketin. Lê polîsan xwest ku muşahidan derbixin, li ser vê yekê parêzer ketin dewrê. Piştre biryar hat dayîn ku hemû muşahidên partiyan bên derxistin û dema deng bên hejmartin gotin bila wê demê bên hundir.
Berpirsiyarên sindoqan hatin binçavkirin
Li navçeya Rişmilê ku HDP'ê namzed nîşan nedabû 3 berpirsyarên sindoqan hatin binçavkirin. Di saetên serê sibehê de di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin ji kesên ku hatin binçavkirin Huseyîn Saglam piştre serbest hat berdan. Kesên din ên ku hatin binçavkirin, Azad Tekîn û Îdrîs Mesken jî birin emniyetê. Sedema binçavkirina Azad Tekîn û İdris Mesken nehat zanîn. Şuna herdu berpirsyarên sindoqan HDP’ê kesên din xistin şûnê.
‘Em ê teqez biserkevin’
Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû di 8’ê Adarê de hatibû berdan. Gurbet piştî hat tahliyekirin jî li mala xwe ya li Navçeya Dêrika Mêrdînê di roja 78’emîn de çalakiya xwe didomîne. Gurbet bi alîkariya xizmên xwe û li Dibistana Zeytînpinar dengê xwe bi kar anî û piştre hat malê. Gurbet, bang kir ku bila hemû kes xwedî li dengê xwe derbikevin û ev tişt got: “Îro ji bo me rojeke girîng e. Me îro dengê ku bi kar anî ji bo rakirina tecrîdê û derbasî pêvajoyeke baş bi kar anî. Bila tu kes dev ji vîna xwe bernede. Her dengêk ji bo me gelek girîng e. Bi dengekî gelek tişt tê guherandin. Em ê teqez bi ser kevin.”