HDP'î yên di bin çavan de dengên xwe bi kar anîn
- 13:53 31 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - 72 kesên ku duh li Stenbolê hatin binçavkirin ji bo dengên xwe bi kar bînin birin dibistanên ku dê deng bidin.
Muşahîdên sindoqan û Endamên Meclîsa Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevahî 72 kes duh li Stenbolê hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin li Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê tên rawestandin. Kesên ku hatin binçavkirin ji bo dengê xwe bidin di serê sibêhê wan birin dibistanên ku dengê xwe bidin.
Piştî ku dengê xwe bi kar anîn îfadeyên wan hatin girtin. Di nav de 4 zarok heyî bi tevahî 72 kes dê îfadeyên wan bê girtin. Di îfadeyan de hat pirsin ku "Greva birçibûnê ji hêla kê vê hat organîzekirin. Her wiha kesên ku di nav Tevgera Civanên Şoreşger de dixebitin hûn nas dikin gelo? Gelo hûn ji cihekî talîmat digirin?"