Li kuçeyên qedexekirî yên Sûrê deng tên bikaranîn

  • 13:37 31 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Hilbijêrên li 6 taxên Sûrê ku qedexeya derketina derve ya di cîhanê de herî dirêj lê didome çûn dengê xwe bikar anîn. Welatî di bin siyas polîsan de çûn dengên xwe dan. Bariyer û maşîneyên zirxî yên li ber Şaredariya Sûrê jî hatin rakirin. 
 
Li 6 taxên Navçeya Sûrê ya Amedê di 2’ê kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 103 roj dewam kiribû. Piştî dorpêç û operasyonên pêk hatin 6 tax bi temamî hatin hilweşandin. Mirov dikare bêje ku kevir li ser kevirê nema. Hilbijêrên van taxan ku navçeyên din ên Amedê bicih bûne çûn ser sindoqan û dengên xwe dan. 
 
Şêniyên taxa Cevatpaşa ku qedexe û hilweşandin lê didome, çûn dibistana Alparslan û deng didin. Beşdariya welatiyan a li gel tedbîrên zêde yên polîsan jî balê dikişîne ser xwe. Astengdar û extiyar bi alîkariya xizmên xwe diçin dibistanê û deng didin. 
Hem li taxên qedexekirî û hem jî li taxên din ên Sûrê dorpêçkirina polîsan balê dikişîne. 
  
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn li dibistanek Taxa Camî Kebîr dengê xwe bikar anî û Cemal Ozdemîr jî li dibistanek Taxa Dîcle dengê xwe bikar anî. 
 
Li aliyê din jî piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin avahiya sûrê di dorpêça polîsan de bû û derdora şaredariyê bi bariyeran hatibû girtin. Hat dîtin ku vê serê sibehê nokteya polîsan û bariyer ji derdora avahiya şaredariyê hatine rakirin.