YSK’ê şev biryar da ku cihê sindoqê biguherînin
- 12:19 31 Adar 2019
- Rojane
AMED - YSK'ê li ser daxwaza Walîtiya Amedê şev nîvê şevê biryar da ku li taxa Koçkar a Pasûra Amedê cihê sindoqan biguherîne.
Lijneya Hilbijartinê Ya Bilind (YSK) şevek beriya Hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adarê li ser daxwaza Walîtiya Amedê biryar da ku cihê sindoqan bikar bînin. YSK'ê di 22'ê Sibatê de biryar dabû ku bi hinceta ewlehiyê li gorî xala 2019/1366'an sindoqên taxa Koçkar a Pasûrê sewqî taxa Aygan /Malên Kom ên Aygunê bike. YSK’ê li ser daxwaza Walitiya Amedê biryara berê dabû guhert. YSK'ê şeva 30'ê Adarê de bi biryara duyemîn a hêjmar 2019/1762'an biryara veguhestina sindoqên taxa Koçkar a bibin taxa Aygun /Aygun Kume Evleri rakir û welatî dîsa dê li taxa Koçkarê dengê xwe bikar bînin.