Li Pasûrê cerdevanan êrîşî heyeta HDP'ê kirin
- 11:49 31 Adar 2019
- Rojane
AMED - Li Gundê Pasûrê yê Amedê cerdevanan êrîşî heyeta HDP'ê kirin.
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê li her aliyê welêt sindoq hat danîn. Gel ji bo dengên bi kar bînin ji serê sibehê saet di 07.00'an de çûn ser sindoqan. Bi destpêkirina bikaranîna dengan bêusulî û binpêkirina mafan jî dest pê kir. Dîsa ceylan diçin û ev mirov dixe fikaran û gotina "Pisîk ketin trafoyan" tîne bîra mirov.
Her wiha li Gundê Navçeya Pasûra Amedê cerdevanan êrîşî heyeta ku Parêzer Eyup jî tevlê kirin. Hat hînbûn ku cerdevanan bi daran êrîşî heyetê kiriye.