Li Enqereyê êrîşî jina çû dengê xwe bi kar bîne kirin
- 11:36 31 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Li taxa Încesuyê jineke ku çû dengê xwe bi kar bîne, ji aliyê mêrê xwe jê berdabû ve bi êrîşa bi kêrê re rûbirû ma û gran hat birîndarkirin.
Li navçeya Çankaya ya Enqereyê li taxa Încesuyê jina ku çû dengê xwe bi kar bîne ji aliyê mêr ê xwe jê berdabû bi êrîşa bi kêrê re rûbirû ma û giran birîdar bû. Mêrê ku bi kêrê êrîşî jinê kir di heman demê de hevîjînê wê jî birîndar kir. Piştî bûyerê êrîşkar hat binçavkirin û jina birîndar û hevjînê wê jî rakirin nexweşxaneyê.