Li Êlihê tevî şiliya dijwar jî gel diherike dibistanan

  • 11:22 31 Adar 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê tevî şiliya dijwar jî gel ji serê sibehê ve diherike dibistanan û dengên xwe bikar tîne. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr dengên xwe bikar anîn. 
 
Li Êlihê û navçeyên wê li gel barîna baranê ya zêde jî gel ji serê sibehê ve diherike dibistanan û dengên xwe bikar tîne. Welatî û wezîfedar ji ji welatiyên extiyar û astengdar re dibin alîkar. Welatiyên piştî dengên xwe bikar tînin muhtemela li dijî hîleyan li baxçe û derdora dibistanan disekinin. Her çiqas dem bi dem polîs welatiyan derxin derveyî dibistanan jî lê welatiyan got ew ê dibistanan terk nekin. 
 
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariyê Songul Korkmaz li Taxa Huzur a Êlihê dengê xwe bikar anî û got: “Ji bo aştî û aramî were vî welatî û qeyûman ji van deran bişînin em hatin dengdanê.” Namzetê Hevşaredariya Êlihê Mehmet Demîr jî dengê xwe bikar anî. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî li dibistanek li Taxa Gultepe dengê xwe bikar anî. Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya navçeyên Êlihê û bajarokan jî dengên xwe bikar anîn. 
Parve bike: