Li Mexmûrê koma 36'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt
- 10:46 31 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 16’ ê Kanuna 2018’an ve heta niha li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên grevên birçîbuyinê hatiye despê kirin. Îro jî komek nu çalaki dewir girt.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 16’ ê Kanuna 2018’an ve heta niha li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên grevên birçîbuyinê hatiye despê kirin. Di pêşengtiya hevseroka KCD û parlementera HDP’ê Leyla Guven de çalakiya ku hat despêkirin, li seranserî cîhanê û Kurdistanê bi piştgiriyek mezin didome. Li Wargeha Mexmûrê jî ev koma çalakiyê ya 36’emîn a bê dem û bi dorveger çalakî dewir girt. Her wiha çalakiya gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a endama kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla Tok di roja 71 ’an de berdewam dike. Çalakî bi merasimekê hat dewir kirin. Beriya ku çalaki dest pê bike ji bo tevahiya Şehîdên Kurdistanê bi deqqeyek rêzgirtinê dest pê kir .
Li ser navê gruba 35’emîn jî Îlham Tunç wiha got : “Heta ku em bigihêjin armanca xwe em ê têbikoşin. Em ê bi baweriyek mezin serkeftinê bi dest bixin.”
Merasîma dewirtgirtinê bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.