Li Slovakya yekem care jinek dibe serokkomar

  • 10:42 31 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zuzana Kaputova bi standina ji sedê 58'an a dengan weke yekem serokkomara jin hate hilbijartin.
 
Li Slovakya duh hilbijartina serokkomartiya welat destpê kir. Di hilbijartinê Zuzana Kaputova ya alîgira Yekîtiya Ewropaniyê, di pêşbaziya li hember Marus Şifkuvîç bi ser ket û bû yekem serokkomara jin a Slovakyayê .
 
Dema yekem a hilbijartina serokkomariya Slovakya ji berî du hefteyan pêh hatibû. Di dema yekem a hilbijartinê de Kaputuva ji sedê 40.6 deng bi dest xistibû. Her wiha Marus Şifkuvîç ku karbidestekî bilind ê Yekîtiya Ewropayê û siyasetmedarekî navûdeng ê welate ji sedê 18.7 deng standî bû.
 
Zuzana Kaputova parêzekê 45 salî ye. Li dijî şîrketên sergo di avêjin zêdeyî 14 salan têkoşîn kir û di vê mijarê de ser ket. Lewma bi navûdeng bû. Karî ji ciwanan û beşên cuda yên civakê piştgiriyê peyda bike. Dengdana dema duyemîn duh pêk hat. Derenga şevê din encam hatin eşkere kirin. Zuzana Kaputova ji sedê 58 deng bi dest xist û weke yekem serokkomara jin a Slovakya hate hilbijartin. Herwiha dijberê wê jî ji sedê 42 deng bi dest xist.