Li Botanê gel serê sibehê çûn ser sindoqan

  • 09:27 31 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Ji bo hilbijartinên herêmî gelê Şirnexê di saetên serê sibehê de  çûn ser sindoqan. Bi destpêkirina bikaranîna dengan binpêkirina mafan jî li bajêr dest pê kir. 
 
Bikaranîna dengan a ku saet di 07.00'an de dest pê kir dewam dike. Gelê Şirnexê ji serê sibehê de çûn ser sindoqan. Şaredariya Şirnex û hemû navçeyên wê qayyim hatibûn tayinkirin. Bi destpêkirina bikaranîna dengan binpêkirina mafan jî li bajêr dest pê kir. 
 
Şirnex
 
Berî jî Şirnex bi qeyda dengên leşker û polîsan hatibû rojevê. Tevî hewa sar û baranê gel ji serê sibehê de çûn ser sindoqan. Gelê ku çûn ser sindoqan ji lêgerînê derbas bûn. Hat hînbûn ku endamên AKP'ê bi qertên ne hiqûqî dikevin dibistanan û li polan digerin. Heyetek HDP'ê ya ji Namzetên hevserokatiyê û partiyan pêk tê li dibistanan digerin. Dê Nazmetên Hevserokatiyê yên şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk û Hişyar Osal dê saet di 09.00'an de deng bi kar bînin. 
 
Hat hînbûn ku di sindoqa hezar û 114'an a li Dibistana Seretayî ya Edip Başer de 317 hilbijêr hene û ji vana tenê 6 kes Şirnexîn e û jê 311 kes jî leşkerên ku li herêmê hatine bicihkirin e. 
 
Cîzre
 
Qayyim do ji gel re peyam şandibû û qaşo xatir xwestibû. Li Cizîrê tevî serma û barana ku dibare gel berê xwe dan sindoqan. Hat hînbûn ku hinek muşaitên HDP'ê, polîsan negirtine dibistanan. 
 
Bêşebab
 
Li Bêşebaba ku Walî, Qeymeqam û hemû personelên dewletê yên din ji bo AKP'ê re deng dixwest û dîmenên wan li ser medyaya civakî hatibû parvekirin, gel tevî hewa sar berê dan sindoqan. Welatiyên ku çên dengê xwe bi kar bînin ji lêgerînê derbas bûn. Welatiyên bi dorpêçkirina tankan, polîsan dengê xwe bi kar tînin. Li hinek dibistanan tevî ku hiqûqiye jî hat hînbûn ku hinek leşkeran bi uniformayê xwe yê leşkerî dengê xwe bi kar aniye. 
 
Hat hînbûn ku li navçeyên din jî gel ji saet 07.00'an de ji bo bikaranîna dengên xwe berê xwe dane sindoqan. 
 
Namzetên hevserokatiyê dê li navçe û navendan jî dê di saetên pêş de dengên xwe bi kar bînin.