Dersîm Dag: Yên vê berxwedanê biserxînin jin û ciwan in
- 09:01 31 Adar 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag diyar kir ku tu hêz nikare pêşî li çalakiyên greva birçîbûnê bigire û got berxwedan roj bi roj belav dibe û wiha pê de çû: “Divê hikûmet vê jî bibîne; ev berxwedan mezin dibe û li her derê piştgiriyê dibîne. Hêza ku vê berxwedanê bişkîne tune ye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 143’emîn de didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî bi heman daxwazê ji 3’ê Adarê de li Amedê li avahiya partiyê di greva birçîbûnê de ye. Dersîmê asta krîtîk a grevan û bêdengiya hikûmetê nirxand.
‘Divê riya muzakereyê vebibe’
Dersîmê bi lêv kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 2 sal zêdetire di bin tecrîda giran de ye û wiha pê de çû: “Leyla Guven ji bo tecrîd bê rakirin çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya Leylayê da destpêkirin pêl bi pêl belav bû. Hemû cîhan grevên birçîbûnê diaxive. Li Rojhilata Navîn ji bo kaos bidawî bibe divê tecrîd rabe. Divê demildest riya muzakerê bê vekirin. Ji bo daxwazên Birêz Leyla Guven bên cih me jî bi heman daxwazê dest bi grevê kir.”
‘Ji bilî berxwedanê riyek din tune’
Dersîmê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li ser Gelê Kurd polîtîkayên şer tên meşandin û ev tişt anî ziman: “Li dijî van polîtîkayan divê bi awayekî topyekun berxwedan bê dayîn. Divê daxwazên aştiyane û demokratîk zêde bibin. Ev daxwaz ne tenê ji bo fêdeya Gelê Kurd ji bo fêdeya hemû gelan e. Em bi berxwedanê hatin van rojan. Heta em encamê negirin jî wê têkoşîna me bidome. Ji bilî berxwedanê şansekî din tune.”
‘Yê welat ji koasê derxîne Birêz Ocalan e’
Dersîmê balkişand ser pêvajoya muzakereyê û wiha pê de çû: “Kêm be jî mirin sekinîbû, hatibû qebûlkirin ku divê em bi hev re bijîn. Divê ev esas bê girtin û ji nû ve li ser maseyê runê. Divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û pêşniyarên wî bên gûhdarkirin. Yekane kesê vî welatî ji kaosê derxe Birêz Ocalan e.”
Dersîmê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Divê rayedar ji zimanê şer dur kevin û çareseriyê pêk bîne. Grevên birçîbûnê hatine astek krîtîk. Li dijî tecrîdê 4 kesî dawî li jiyana xwe anî. Hîna ku mirinên din çênebûne divê hikûmet daxwazan bîne cih. Divê ji polîtîkayên qirêj dur kevin. Hikûmet hîna jî dibêje qey wê berxwedanan bişkîne. Leyla Guven û tu girtî heta daxwazên wan pêk neyên wê şûnde gavê navêjin. Em vê ji çalakiya ku 144 roje tê berdewam kirin fêm dikin.”
‘Me bi berxwedanê qezenc kir’
Derîmê rojiya mirinê ya sala 1980’ê jî bibîr xist û wiha pê de çû: “Wê demê jî li dijî zilma desthilatdarî û rêveberiya girtîgehê hevalên me bedena xwe dan ber birinê. Belê encama wê xweş bû lê em naxwazin windahiyên sala 80’ê bijîn. Hîna ku kesên din nemrin bila bibin bersiva vê berxwedanê. Tu hêz nikare vê berxwedanê bide sekinandin.”
Dersîmê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Grev bi pêşeniya jinan hatin destpêkirin. Niha bi sedan hevalên me yên jin vê berxwedanê mezin dikin. Yên herî zêde tecrîdê hîs dikin jin û ciwan in. Leyla Guven jî ji bo tecrîdê bişkîne berpirsyarî girt serxwe. Ez jî wek jinek ciwan bi heman daxwazan tevlî berxwedanê bûm. Yên vê berxwedanê bigihînin serkeftinê jî jin û ciwan in.”