Ji bo girtiyên nexweş çalakî hat lidarxistin
- 16:05 30 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê çalakî li dar xist û û bal kişandin ser rewşa nexweşên girtî.
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan di hefteya 366’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û wêneyên girtiyên nexweş hildan. Vê hefteyê di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê Nexweş Aydin Çubukçu.
Endamê Komîsyonê Mehmet Acattîn da zanîn ku Aydin Çubukçu 60 saliye û nexweşîna wî giran e û niha li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê tê ragirtin. Mehmet anî ziman ku dermanên Aydin nadinê û xwest ji bo dikaribe li derve tedawiya xwe bike divê demildest were berdan.
Îzmîr: Bila girtiyên nexweş bên berdan
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi daxwaza “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hefteya 474’emîn li navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de aktîvîstên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Aygul Kapçak a 24 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê tê ragirtin. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya daxuyanî xwend û behsa rewşa nebaş a Aygul kir û xwest ji bo mafê dermankirinê demildest were berdan.
Edene: Emîn di lîsteya nexweşên giran de ye
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî li Parka Înonu çalakiya heftane li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz û gelek kes beşdar bû. ÎHD’ê bal kişand ser rewşa Mehmet Emîn Ozkan ê extiyar ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Berdevka Komîsyonê Zelal Demîray daxuyanî xwend û behsa serpêhatiya Mehmet Emîn Ozkan ê bi hêceta kuştina fermandarê eskeran Bahtiyar Aydin ê di 1993’an de li Licê hat kuştin, girtî ne kir.
Zelal anî ziman ku Mehmet Emîn di lîsteya nexweşên giran de ye û nikare tu pêdiviyên xwe rojane pêk bîne û êdî mirovan ji hev nas nake. Zelal diyar kir ku li gel Nexweşaneya Amedê rapora ji sedî 87 daye Mehmet Emîn jî nayê berdan û bi rapora Saziya Tiba Edlî ku da girtî ne. Zelal ji bo berdana Mehmet Emîn banga lezgîn kir û got bêyî ku tiştek din bibe bila demildest bê berdan.
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê qediya.