Li Stenbolê hejmara binçavkirinan bû 65
- 16:00 30 Adar 2019
- Rojane
STENBOL/EDENE - Endama Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'a Stenbolê parêzer Arzu Kayaoglu diyar kir ku gelek agahiyên binçavkirinê gihaştiye destê wan û wiha got: "Li gorî agahiyên ku gihaştin destê me kesên hatî binçavkirî rastî şîddet û îşkenceyê hatine."
Li Stenbolê di operasyona hemwext de, polîsan bi ser 127 malan de girtin û 32 kes binçav kirin. HDP’iyên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê tên girtin. Her wiha li Edeneyê ji 11 kesan 3 kes hatin berdan û 8 kes hatin girtin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê li dijî binçavkirinên li Stenbolê pêk hatî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Her wiha li Edeneyê jî bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz, endam û rêveberên HDP'ê, Nûnerên ÎHD, DBP, EMEP, TUAYDER'ê li Şaxa ÎHD'ê daxuyanî hat dayîn.
'Operasyoneke siyasî ye'
Di civîna çapemeniyê ya ku li Stenbolê hat lidarxistin de Hevserokê bajarê Stenbolê Esengul Demîr axivî û bal kişand ser binçavkirinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî hilbijartinan operasyoneke siyasî hat destpêkirin. Operasyona ku pêk hatî tirsa îktîdara faşîst a AKP-MHP'ê nîşan dide. Her kes dizane ku dê hilbijartinê de AKP-MHP dê binkevin. Hilbijêr dê sibêhê berê xwe bidin sindoqan û raya xwe bidin."
'65 kes hatin binçavkirin'
Endama Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'a Stenbolê parêzer Arzu Kayaoglu destnîşan kir ku gelek agahiyên binçavkirinê gihaştiye destê wan û wiha got: "Kesên ku hatin binçavkirin endamên lijneya sindoqan e, endamên meclîsa bajar û navçeyan e. Her wiha di nav binçavkirinan de zarok jî hene. Her wiha li gorî agahiyên ku gihaştin destê me kesên binçavkirî rastî şîddet û îşkenceyê hatine. Em niha bi hevalên xwe yên parêzer re binçavkirinan dişopînin. Li gorî agahiyan heta niha 65 kes hatine binçavkirin. Lê em texmîn dikin ku hejmara binçavkirinê zêdetir e."
Li Edeneyê der barê binçavkirinan de daxuyanî hat dayîn
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Mahsum Erîg wiha nêrînên xwe anî ziman: "Îtîfaqa Cumhur ji ber stratejiya wê ya hilbijartinê têk çûye û stratejiya me bi ser ketiye êrîş dike. Hevalên me bi fermana Soylu hatin girtin."
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û gelek dosya û belgeyên tu eleqeyên wan tune bû jî desteser kirin û wiha got: "Ji ber bûyerek ku 3 sal berê pêk hatibûn 10 roj beriya hilbijartinê vê operasyonê pêk tînin. Endam û rêveberên HDP'ê binçav dikin û digirin. Em nikarin vê binçavkirin û girtinê ji hilbijartina 31'e Adare serbixwe bifikirin. Tu aliyê hiqûqî û zagonî yên van îdiaan tune ye."