Li Şirnexê mîtinga fînalê bi dawî bû: Em ê hemû şaredariyên xwe dîsa bigirin

  • 15:58 30 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Di mîtinga mezin a fînalê ya HDP'ê de Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmir got:"Me soz da, em ê hemû şaredariyên xwe dîsa paş de bigirin. Em ji vê yekê bawer in."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de li Şirnexê mîtînga fînalê bi beşdarbûna bi dehhezaran kesî li dar xist. Tevî barana zêde jî Şirnexiyan gotin "Ya me ye". Mîtinga ku li Kolana Cumhuriyeta ya Şirnexê bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelî, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir, Hasan Ozguneş, Huseyin Kaçmaz, Serokê Tevgera Azadiyê Ayetullah Aşiti, Hevserokê DBP'ê Mehmet Ali Aslan, Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk, Hişyar Osal û bi beşdarbûna deh hezaran pêk hat. 
 
Di bin baranê de bi saetan govend gerandin
 
Tevî barana zêde gelê Şirnexê li benda konvoya HDP'ê ma û piştî konvoy hat bi saetan di bin baranê de govend gerandin. Di mîtingê de dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" hat berzkirin. 
 
'Em xwedî li sindoqan derkevin'
 
Di destpêkê de Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zeki Îrmez û Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Yakup Baran axivîn. Hevserokan diyar kirin ku ew ê sibehê gelê Kurd govenda serkeftinê bigerînin û bang kirin ku hemû kes li sindoqan xwedî derkevin. 
 
'Dizên ku îradeya gel xesp kir ew ê sibehê herin cihê ku jê hatine'
 
Piştre namzetên hevserokatiyê ya şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk û Hişyar Osal, axivîn û gotin:"Dizên ku îradeya gel xesp kir ew ê sibehê herin cihê ku jê hatine. Divê em sibehê li sindoqên xwe xwedî derkevin û qayyumên ku îradeya gel xesp kirin bişînin."
 
'Em ê bi ser bikevin'
 
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmir axivî û got:"Saetên hindik ji bo qayiman ma. Hemû kesî îro îradeya gelê Şirnexê dît. Em ê bi ser bikevin. Em ê bibêjin ya me ye, Kurdistan ya me ye."
 
Piştî Nûranê partiyên tifaqê axivîn. Di axaftinan de bal kişandin ser tifaqê û xwedîderketina li sindoqan. 
 
'Serîhildana Leyla li cîhanê deng veda'
 
Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temeli axivî û got:"Ev der welatê me ye û em ê li vir bijîn. Yên ku ne alîgirê demokrasiyê ne ew ê biçin. Diziya qayyiman ew ê bi dawî bibe. Ew ê sibehê qayyim cihê jê hatiye lê vegere. Em serîldana çalakgerên di greva birçîbûnê de slav dikin û em dibêjin em ê bi ser bikevin. Serîhildana Leyla li cîhanê deng veda. Em bi hev re aştiyê ava bikin û zilmê û faşîzmê têk bibin."
 
Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.