Xizmên Windayan: Bêhiqûqî bi tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dewam dike
- 14:33 30 Adar 2019
- Rojane
AMED/ÊLIH - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane li darxist û gotin: “Bêhiqûqî îro bi tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dike.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 529’emîn de çalakiya xwe berdewam kir. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk hat. Xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku wêneyên windayan li ser heyî vekirin û wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, Endamê MYK’a ÎHD’ê Racî Bîlîcî, Nûnerê Odeya Mîmaran a Amedê Hasan Pekdogan û Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayîn tev li çalakiyê bûn.
Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Adnan Orhan, di çalakiyê ce axivî û wiha got: “Mîna serdemên berê, emê îro jî aqûbeta windayan bipirsin. Ligel ku ewqas dosye û belge jî hatin pêşkêş kirin, lê dîsan jî faîl nehatin dîtin û darizandin. Hemû serlêdanên malbatan, rakirin refên bi toz. Ev bêhiqûqî, di roja me ya îro de, bi tecrîd û binpêkirinên mafan dewam dike. Bi destpêkirina grevên birçîbûnê re, di girtîgehan de pirsgirêkên cîdî tên jiyîn. Em dixwazin bidin diyar kirin ku emê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.”
Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin jî, aqûbeta Enver Akan ê di 15’ê Cotmeha 1998’an de dema xwest ji gundê Altinolûk ê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê biçe navçeya Mîdyadê û carek din agahî jê nehat girtin, pirsî. Yalçin, diyar kir ku ligel hemû hewldanan jî, heya roja îro derbarê Akan de tu agahî nehatin girtin.
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan piştî axaftinê çalakiya rûniştinê ya 5 deqan lidarxist.
Êlih
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji ber kolana Gulistanê hatiye qedexekirin çalakiya xwe di hefteya 435'an de li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Ji rêveberên ÎHD’ê yên Êlihê Şehnaz Bariş, daxuyaniya vê heftê xwend û pirsa aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê di 14’ê Nîsana 1995’an de li gundê Eşme yê navçeya Farqîn ê Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin kir.
Şehnaz, da zanîn ku dewletê heta roja îro ji bo darizandina faîlan tişt ne kiriye û wiha got: “Faîlên kujeran tên parastin. Faîlên Alî Îhsan Dagli jî mîna hemû faîlên windayan tên parastine.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.