Tevî baranê Şirnexî mîtinga xwe li dar dixin: Şirnex a me ye
- 14:09 30 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Mîtinga fînalê ya HDP'ê ya Şirnexê bi beşdarbûna dehhezaran dest pê kir. Tevî barana zêde jî Şirnexiyan gotin "Ya me ye".
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de li Şirnexê mîtînga fînalê bi beşdarbûn bi dehhezaran kesî li dar xist. Tevî barana zêde jî Şirnexiyan gotin "Ya me ye". Mîtinga ku li Kolana Cumhuriyeta ya Şirnexê bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelî, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir, Hasan Ozguneş, Huseyin Kaçmaz, Serokê Tevgera Azadiyê Ayetullah Aşiti, Hevserokê DBP'ê Mehmet Ali Aslan, Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk, Hişyar Osal û bi beşdarbûna deh hezaran pêk hat.
HDP'yîn ku li ber Otela Divanê ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkrin derbasî navenda Şirnexê bûn.
Eleqeya mezin a ji bo konvoyê
Gelê Şirnexê konvoy silav kirin û dilekî germ pêşwazî kirin. Gelê Şirnexê bi tîlilî û bi nîşana serfiraziyê û bi dirûşma "Yam me ye" konvoya HDP'ê pêşwazî kir.
Li qadê jinan bi cilên xwe yên Kurdî û rengdar bal kişandin. Her wiha coşa zarokan jî bal kişand. Mîtinga ku bi coşek mezin dest pê kir dê wiha bidome:
*Dê Hevserokê HDP'ê yên Şirnexê Zeki Îrmez û Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Yakup Barkin biaxivin.
* Hevserokên şaredariyê yên bajêr û navçeyan dê gel slav bikin.
*Dê mêvanên ku beşdarî mîtingê bûne biaxivin.
* Dê Hunermend Pinar Aydinlar, Şiyar Perwarî û Koma Çiya derkevin ser dikê.