Girtiya di greva birçîbûnê de ye: Bêdengî wekî xencerekê li dilê min dide

  • 13:48 30 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Azîze Yagiz a li Girtîgeha Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan di grev birçîbûnê deye, şeyam şand û got: “Tecrîd tenê bêçareseriyê pêş dixe. Bêdengiya derve mîna xencer li dijî me dikeve.” 
 
Azîze Yagiz a 9 salin girtiye, ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye. Azîz Yagiz a 9 salin girtiye, derbarê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de peyam şand.  Yagiz, diyar kir ku tecrîd tenê bêçareseriyê pêş dixe û wiha got: “Em hewl didin ku siberojek azad û aştiyane bê avakirin.” 
  
Azîze, di peyama şand de wiha behsa çalakiya xwe kir: “Tecrîd tenê bêçareseriyê pêş dixe. Em hewl didin ku siberojek azad û aştiyane bê avakirin. Em dizanin ku bi rakirina tecrîdê dê ev yek dê pêş bikeve. Tenê ji bo rakirina tecrîdê em li ber xwe nadin. Em li dijî vê bêdengiya heyî jî têdikoşin. Divê pêvajo û peyamên tên dayîn, rast bên nirxandin. Em mirin destek nakin. Ne ku hevalên me hez mirinê dikin, ber bi mirinê ve diçin. Ji ber girêdana xwe ya jiyan û gelan bûn stêrk. Kesên ku ji bo xwe dibin ez mirovim, parazvanên mafên mirovan û kesên xwedî bi wijdan divê ku li dijî mirinan dengên xwe bilin bikin û li dûra vê xelekê bibin yek. Bêdengiya derve, mîna xencer li dilê me dikeve. Gelo divê em çend hevalên xwe yên din winda bikin? Ma êdî nebe ku evqas can çûn! Heta ku em tecrîd neşkinin, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”