Adîle Oncel: Xwedî li dengên xwe derkevin

  • 11:37 30 Adar 2019
  • Rojane
RIHA - Hevseroka HDP'a Rihayê Adîle Oncel diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo hilbijartinê û ewlehiya sindoqan temam in û bang li her kesî kir û wiha got: "Xwedî li dengên xwe derkevin." 
 
HDP'a Rihayê amadekariyên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê temam kirin. Ji bo hemû sindoqan muşahid û peywirdar hatine diyarkirin û li bajêr û navçeyan komîsyonên krîzê ava kirine. Wê 150 parêzerên Baroya Rihayê ji bo ewlehiya hilbijartinê bixebitin. 
 
'Dê piştgiriyê bidin namzetê bloga demokratiyê ye'
 
Hevseroka HDP'a bajêr a Rihayê Adîle Oncel, diyar kir ku li 8 navçeyên bajêr namzetên wan hene, lê belê ew ê ji bo Şaredariya Mezin a Rihayê piştgiriyê bidin namzetê bloga demokrasiyê namzetê Partiya Saadetê û wiha got: "Pirsûs, Hewang, Cirnê Reş, Xelfetî, Bêrecûk, Wêranşar û Serêkaniyê jî di nav de m ê li 8 navçeyan piştgiriyê bidin namzetên xwe. Li navçeyên navendî Karakopru, Halîliye û Eyyûbiyeyê em bi endamên meclîsa şaredariyê dikevin hilbijartinê. Em ê li 3 navçeyên navendî û ji bo şaredariya mezin piştgiriyê bidin namzetên Partiya Saadetê." 
 
'Ji bo sindoqan tedbîr girtine'
 
Adîle diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo hilbijartinê temam in û ji sedî 99 wan ji bo ewlehiya sindoqan tedbîr girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wê hevalên me yên peywirdar li hemû tax û dibistanan bin. Bila gelê me rihet be. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin. Bi dengekî gelek tişt diguherin. Tenê em dengê xwe bi kar bînin. Bila karkerên demsalî, xwendekar û xebatkar pêwendiyê bi me re deynin. Di warê aborî de wê partiya me her tiştî bike."