Senem Çakas: Biçin ser sindoqan û bersiva herî baş bidin
- 11:24 30 Adar 2019
- Rojane
ÇEWLÎG - Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Çewlîgê Senem Çakas, destnîşan kir ku ew ê bi ser bikevin û got: "Divê di 31'ê Adarê de gelê me biçe ser sindoqan û bersiva herî baş bide."
Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Çewlîgê Gişyar Ozsoy û Senem Çakas, bênavber xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzet Senem Çakasa bang li welatiyan kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
‘Em ê bi ser kevin'
Senem, diyar kir ku di xebatên ji bo hilbijartinê de bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimînin û ew ê teqez şaredariyê bi dest bixin û wiha got: "Em soz didin gelê xwe ku em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin. Heta ji destê me hat me ev yek vegot. Me di çavên mirovan de dît ku guherînê dixwazin. Rêveberiya heyî 15 sal in pereyê Çewligê ji bo Çewligê bi kar neaniye. Bêtir deriyê rantê vekiriye. Êdî em nikarin xweza xwe jî bi kar bînin. Li nav bajêr ji xeynî avahiyên betonî tiştek tune ye. Em dixwazin ev yek biguhere. Em ê tevî jinan bajarê xwe xweşiktir bikin."
‘Bi dengekî gelek tişt diguherin'
Senem, diyar kir ku di dema xebatên hilbijartinê de hin welatiyan gotiye ew ê neçin ser sindoqan û wiha axivî: "Bi dengekî pir tişt diguherin. Wê bi dengê te biguhere. Bila her kes biçe ser sindoqan. Bila di sindoqan de berteka xwe nîşan bidin. Di sindoqan de bersiva kesên we nahesibînin bidin. Di 31'ê Adarê de em ji welatiyê xwe bi taybetî jî ji jina dixwazin ku biçin ser sindoqan û bersiva herî baş bidin."