Şitilgeha Hesekê ji 4’ê Nîsanê re amade ye

  • 11:14 30 Adar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Şitilgeha ‘Şitilgeha Jingehî’ ku bi pêşengiya jinan di 8’ê Adarê de hat destpêkirin ji bo 4’ê Nîsanê têra hemû Hesekê dar û gulên rengo rengo amede kiriye.
 
Li gorî lêkolînê hin zanyarên ekolojiyê di pêvajoyên dawîyê de piştî teknolojî pêş ket  xwza ber bi tunebûnê ve diçe û êdî tu kes bi xwzayê ve mijûl nabe, ger ev rewş bidome dê bandorek mezin li mirovan jî bike.
 
Li Taxa Kelasê ya kantona Hesekê ‘Şitilgeha Jîngehî’ ku di 8’ê Adarê de bi pêşengiya jinan hate vekirin, amadekariyên 4’ê Nîsanê dike. Ji rêveberiya şitilgeha ku girêdayî Miduriyeta Jîngeh û Ekolojiyê ya Şaredariya Hesekê Rovenda Ebdo ragihand ku armaca wan ji vê şitilgehê zêdekirina dar û daristan in. 
 
Rovenda diyar kir ku wê şaredariyên girêdayî kantona Hesekê darên xwe yên ku di kolanan de diçînin ji şitilgehê bigirin û got: “Pirojeya me ji bo 4’ê Nîsanê ew e ku bêtirî 2000 dar li gundê Tuwêna werin çandin.”
 
Ji rêvebera Şitilgehê Hediya Muhemed  jî di derbarê pirojeyên şitilgehê de ev agahî dan: “Niha me dest bi çandiniya cureyek daran bi navê qelem û tovên darên cuda kiriye. Ji ber ku niha dema çandiniyê ye.” Hediya bi lêv kir ku pirojeyên wan ji bo demên pêş heye, erdek berfireh amade kirine weke daristan çê bikin.
 
Şitilgehek din jî li Taxa Tilhecer ku xwediyê wê yê bi navê Hesen Darî anî ziman ku şitilgeha wan ji beriya 20 salan ve ye xizmeta welatiyan dike û wiha domand: “Ji bo 4’ê Nîsanê pir dar hatine amadekirin û li benda welatiyan e.”
 
Ji ber ku av hewaya Hesekê pir germ û zuha ye  darên ku piranî lê tên çandin ev in:(Xurme, Seru, Hîracî, Sinober, Darên Efes û İklîl El-cebel).
 
Dema çandinya dar û kulîlka di dawiya heyva Sibatê de dest pê dike heta dawiya heyva Nîsanê bi dawî dibe.