Ji Qeymeqamê Mehsertê ferman: Bila dengên xwe vekirî bi kar bînin
- 10:09 30 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Qeymeqamê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê Mehmet Emîn Taşçi, ferman daye cerdewanan ku li gundên cerdewanan de gel tehdît bikin ji bo ku dengên xwe vekirî bi kar bînin.
Ji hilbijartinên heremî yên dê di 31’ê Adarê de pêk were re. Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hat zanîn ku ji bo gel di 31’ê Adarê de dengên xwe vekirî bi kar bînin tên tehdîtkirin. Li gor agahiyên ku hatin girtin di 26’ê Adarê de Qeymeqamê Mehsertê Mehmet Emîn Taşçi bi cerdewanan re hatiye li gel hev û ferman daye cerdewanan li gundên ku cerdewan tê de hene gel tehdît bikin ku ji bo dengên xwe vekirî bi kar bînin.
Li ser fermana qeymeqam, hat zanîn ku cerdewanên ku di gundan de hene gel tehdît dikin ku ji bo di 31’ê Adarê de dengên xwe vekirî bikar bînin.